Bendava Nova Kakhovka ya li Ukraynayê hat teqandin

Bendava Nova Kaxovka
Bendava Nova Kaxovka

Navenda Nûçeyan (K24) – Bendava Nova Kaxovka ya li herêma Khirsonê ya di bin kontrola Rûsyayê de ye, îro danê vê sibehê hat teqandin. Ukrayna û Rûsyayê jî hevdu bi teqandina bendavê tomatbar dikin.

Fermandariya Başûrê Ukraynayê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, hêzên Rûsyayê bendava Nova Kaxovka teqandine.

Da zanîn jî: “Rêjeya ziyanan, leza avê, û deverên ku dibe bikevin bin lehiyê, têne destnîşankirin.”

Ajansa “Tass” a Rûsî li ser zarê çavkaniyê ragihand, îşev aram bû û ti êrişên asmanî ji aliyê Rûsyayê ve li ser bendavê Nova Kaxovka tune bûn.

Tass ji ser zarê şaredarê Nova Kaxovka yê ku ji aliyê Moskoyê ve hatiye danîn, ragihand ku di encama bombebaranê de beşa jorîn a bendavê hilweşiyaye.

Her wiha li ser zarê dezgehên hawarhatinê ragehand jî, dibe ku nêzîkî 80 komelgehên niştecihbûnê ji ber hilweşandina vê bendavê, ziyanê bibînin.

Lê Tass vegeriya û eşkere kir ku ji ber hilweşîna bendava Nova Kakhovka ti metirsiyeke li ser santrala nukleerî ya Zaporizhia tune ye.

Bendava Nova Kakhovka di serdema Sovyetê de hatiye çêkirin û li ser sînorê herêma Khirson a li başûrê Ukraynayê ye.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Khirson Oleksandr Prokudin, destpêkirina valakirina deverên nêzîkî herêma Kakhovka ragihand û da zanîn, di nava 5 demjimêran de dê asta avê bigihê asteke krîtîk.

Di yekem helwesta Kîevê de, Rêveberê Ofîsa Serokatiyê got, hilweşandina bendava Nova Kakhovka “tawaneke şer a nû ye ji aliyê terorîstên Rûsî ve”.

Hat ragihandin jî, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser bandora teqîna bendava Nova Kakhovka, civîneke awarte birêve dibe.