Partiya Çep a Kesk: Di hilbijartinan de em negihiştin armancên xwe

Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Çep a Kesk careke din li xwe mikûr hat ku wan di hilbijartinên 14ê Gulanê de şikestin anîne û dê pêdeçûn li ser kêmasî û lawaziyên xwe bikin.

Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan HDP da ku encamên hilbijartinan gotûbêj bikin û nexşereya xwe ya siyasî ya nû diyar bikin civiyan.

Pêş civînê Hevpeyvdarê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin ji medyayê re axivî û tekez kir, wan di hilbijartinan de şikestin anîne û negihiştine armancên xwe.

Îbrahîm Akin got: “Hin encamên hilbijartinê nîşan didin ku pêwîst e em kêmasî û lawaziyên xwe bibînin. Me dixwest rejîma koşkê biguherînin, lê em biser neketin. Opozîsyon jî li ser vê armancê biser neket û em jî pişka xwe ya di vê şikestinê de qebûl dikin.”

Her wiha got: “Di heman demê de armanca me hebû ku jiyaneke demokratîk ava bikin, Komara Demokratîk nîşan bidin û di nava parlamentoyeke bihêz de cih bigrin. Lê li ser vê armancê jî em bi kêmasiyên xwe re rûbirû man.”

HDPê ji ber egera girtina wê, li ser navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bû û li gorî hilbijartinên pêştî, kursiyên xwe yên Parlamentoyê bi awayekî berçav kêm kirine.