HRW: 12 grûpên cuda yên çekdar Şingalê kontrol dikin

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch HRW) raporeke nû li ser rewşa Şingalê û sedemên li ber nevegera awareyan bo warê xwe eşkere kir.

Hewlêr (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch HRW) raporeke nû li ser rewşa Şingalê û sedemên li ber nevegera awareyan bo warê xwe eşkere kir û ragihand, ji bilî tunebûna xizmetguzariyan, li Şingalê 12 grûpên cuda yên çekdar bajêr kontrol kirine, ku ji bilî bikaranîna dibistanan ji bo karê serbazî, zarokan jî ji bo karê çekdarî bi kar tînin.

"Şerê siyasî ya navxwe rêgiriyê li avakirina Şingalê dike", ev manşeta rapora nû ya Rêxistina HRW ye ku li ser rewşa Şingalê û awareyên wî bajarî li kampan belav kiriye û amaje bi wê yekê dike, proseya avakirina Şingalê ji ber nakokiya siyasî ya li ser çawaniya birêvebirina bajêr, rawestiyaye.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) diyar kiriyeî di Nîsana 2023an de ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve bi qasî 50 milyar dînar ji bo dubare avakirina Şingalê hat terxankirin, lê belê ji ber nakokiya siyasî ya navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cîbicînekirina rêkeftina Şingalê, heta niha ti pere nehatiye dayîn, ku ji ber vê yekê zêdetirî 200 hezar kesên navçeyê ji sala 2014an ve di jiyana awareyî de dijîn û ji sedî 85ê wan Êzidî ne.

Li gor raportê, diyarkirina budceyê dê bibe sedema pêşkêşkirina xizmetguzarî û avakirina jêrxan û baştirkirina rewşa nişteciyên Şingalê ji aliyê çavdêriya tendirustiyê, elektrîk, av û niştecîbûnê ve, lê belê şerê siyasî rêgir e di bikaranîna wan pereyan de ku xelkê Şingalê li bendê ne.

Li gor amarên Rêxistina Koçê ya Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve jî, ji sedî 80 jêrxana giştî û ji sedî 70 yekeyên niştecîbûnê li Şingalê di navbera salên 2014 heta 2017an de ji ber şerê DAIŞê wêran bûne.

Di raporta HRWê de hatiye destnîşankirin ku ji ber hebûna grûpên çekdar û milîsên ser bi PKKê, kêşeyên Şingalê aloztir bûne.

Rêveberê Perwerdeya Şingalê Hesen Salih Murad jî radigihîne, ji 206 dibistanan tenê 96 dibistan perwerde tê de tê kirin. Sê dibistan ji aliyê grûpên çekdar ve wek binkeya serbazî tê bikaranîn. Herwiha dibêje, li Şingalê 12 grûpên cuda yên çekdar hene, ku ji bilî bikaranîna dibistanan ji bo karê serbazî, zarokan jî ji bo karê çekdarî bi kar tînin.

Di raportê de behsa kêşeyên elektrîk û avê hatiye kirin ku kesên vegeriyane bajêr, ji destê kêmbûna elektrîk û avê dinalin, dayîna elektrîkê rojane di navbera 2 heta 10 demjimêran de ye, bi awayekî ku ji sedî 90ê nişteciyên Şingalê bi tankerên avê jiyana xwe didomînin.

Rêveberê Fermangeha Elektrîkê ya Şingalê Mihemed Mecîd eşlere dike, wêstgeha berhemanîna elektrîka Şingalê di proseyên serbazî de ji kar ketiye, loma dikarin rojane di demsala havînê de tenê 12 demjimêr elektrîkê dabîn bikin.