Di nav wan de 18 Kobanî hene, keştiyeke din li qiraxên Cezaîrê binav bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Keştiyeke koçberan ku di nav de 18 Kobanî hebûn, li qiraxên Cezaîrê binav bû û heta niha tenê 7 term hatine derxistin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan belav kir, keştiyek ku 22 koçberên Sûrî tê de bûn û ber bi Spanyayê ve ketibû rê, li qiraxên bajarê Erhat ê Cezaîrê binav bû.
Li gorî Navendê, Hêzên Ewlekariya Qiraxê yên Cezaîrê duh êvarê hejmareke termên ku di nava wan de zarok hebûn derxistin û birin nexweşxaneya Sidî Gîlas.
Çalakvanan li tora civakî belav kirin ku hejmarek kesên ku ji bajarê Kobanî ne di binavbûna keştiyê de canê xwe jidest dane.
Lêgerîna li kesên sax û mexdûrên din ji aliyê tîmên hawarhatinê ve li qiraxên bajarê Erhat ê Cezaîrê ve berdewam dikin.
Roja 2ê Gulana borî jî pêwendî bi keştiyekê re qut bû, 14 koçberên ji bajarê Kobanî û kesekî din ji Efrînê di nav de bûn.