Îranê piştî heft salan careke din deriyê balyozxaneya xwe li Siûdî vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 7 salan ji rawestandina çalakiya xwe, Îranê duhî deriyên balyozxaneya xwe li Riyad, Paytexta Erebistana Siûdî vekirin, wek pêngavekê di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina 10ê Adara borî ya bi navbeynkariya Çînê.

Alîkarê Wezîrê Derve bo Karûbarên Konsolosxaneyan Elî Riza Bîxdelî di merasima vekirinê de got: “Em vê rojê di dîroka pêwendiyên Erebistana Siûdî û Îranê de girîng dibînin û em di wê baweriyê de ne ku hevkarî dê vegere asta herî jor."

Her wiha got: “Bi vegera têkiliyên Îran û Erebistana Siûdî, dê rûpeleke nû ya pêwendiyên dualî û herêmî bo hevkarî û nêzîkbûna zêdetir, aramî û geşepêdanê vebe.”

Di Nîsana borî de, Îranê Elî Riza Inayetî weke balyozê xwe yê Erebistana Siûdî destnîşan kiribû.

Piştî navbereke heft salan, Riyad û Tehran di 10ê Adara 2023an de li Pekînê li hev kirin ku têkiliyên dîplomatîk ji nû ve bidin destpêkirin.

Di 6ê Gulana 2023an de jî, Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî ji ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” re gotibû, Îran û Erebistana Siûdî du welatên mezin in û asayîkirina pêwendiyan, dê hevkêşeya siyasî li herêmê biguhere.