Penaberekî Kurd li Parlamentoya Ewropayê behsa pirsa Kurdî dike

Bruksel (K24) – Penaberê Kurd Behroz Buçanî yê ku 6 salan li giraveke Awustralya girtî bû û piştre bilindtirîn xelata wêjeyî ya wî welatî wergirtibû, li Parlamentoya Ewropayê li Brukselê gotarek li ser pirsa Kurdî pêşkêş kir.

Behroz Buçanî di girtîgehê de bi vîdeoyên xwe û nivîsandina pirtûka “No Friends Except the Mountains” (Ji Bilî Çiyayan Ti Hevalên Me Nînin) ku bandorek li seranserê cîhanê kir, navdar bûbû. Di sala 2019an de jî, xelata wêjeyî ya Awistralyayê ya herî bilind, “Xelata Wêjeyê ya Victoria” wergirt.

Ew Penaberê Kurd ku 6 salan di zindaneke tarî de dima, roja 6’ê Hezîrana 2023an li Parlamentoya Ewropayê hate pêşwazîkirin û beşdarî konferansa li ser pirsgirêka Kurd bû. Boçanî dibêje: “Divê em ti carî koka xwe ya Kurd li her derê û li her demê ji bîr nekin.”

Behroz Buçanî ji K24ê re got: “Rast e em ji aliyê erdnîgarî ve hatine dabeşkirin, lê di warê çandî û zimanî de me kariye xwe nêzîkî hev bikin.”

Parlamentera Kurd Evîn Încer ku ji sala 2019ê ve endama Parlamentoya Ewropayê ye, ragihand, çendîn caran behsa peyva Kurdistanê, li nava dam û dezgehên Ewropî bûye sedema gengeşeyên germ jî, lê ew dê li ser parastina navê Kurdistanê di saziyên Ewropayê de berdewam bin.

Behroz Buçanî li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, nivîskar û rojnamevan e, di sala 2013an de berê xwe da Awustralyayê, lê hikûmeta wî welatî nehişt ew derbas bibe û li girava Manus di kampeke penaberan de hat girtin. Buçanî çendîn vîdyo û pirtûka li girtîgehê belav kiribûn.