Opozîsyona Sûriyê daxwaza destpêkirina danûstandinên rasterast ligel Şamê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Danûstandinan a Sûriyeyê Bedir Camûs diyar kir ku opozîsyona Sûriyê amade ye rasterast bi rejîma Sûriyê re danûstandinan li ser hemû dosyeyan bike.

Camûs ji ajansa “Sputnik” re diyar kir, Desteya Danûstandinan di wê baweriyê de ye ku çareseriya siyasî bingeh e û biryara 2254 ya Netewên Yekgirtî ya derbarê agirbest û lihevkirina siyasî bijardeya wan e.

Ev daxuyaniyên Camûs piştî civîna opozîsyona Sûriyê ya li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê di çend rojên borî de tên ku di daxuyanekê de tekezî li pêwîstiya birêkxistina navmala xwe ya siyasî kir û got ku divê wane ji şaşîtiyên berê werin girtin.

Ji salên destpêkê yên krîza Sûriyê ve, Netewên Yekgirtî rola navbeynkariyê di navbera hikûmet û opozisyonê de digire û çend gerên danûstandinan bi rê ve birin, ku piraniya wan li Cenêvê bûn, ya dawî jî di sala 2018an de bû, lê ti pêşketin tê de rû nedan. Opozîsyon daxwaza qonaxeke veguhestina siyasî bêyî Serokê Sûriyê Beşar Esed dikir, Şamê gotûbêjkirina paşeroja Esed red dikir.

Piştî têkçûna danûstandinên di navbera her du aliyan de, Netewên Yekgirtî hewla llidarxistina gotûbêjan bo nivîsandina destûreke nû kir, lê wê jî ti pêşketin bi xwe neanî.

Piştî 12 salên şerê wêranker ku di sala 2011an de dest pê kir, opozîsyona Sûriyê piştgirî ji çend welatên erebî werdigirt, ji wan Erebistana Siûdî, lê ev piştgirî gav bi gav bi rawestana pêvajoya siyasî û guhertina hevkêşeyên meydanî di berjewendiya Şamê de, kêm dibe.

Komkara Erebî jî meha borî di civîna Wezîrên derve yên welatên Komkara welatên Erebî li Qahîreyê de, biryara vegerandina Şamê da.

Desteya danûstandinan jî ji wê yekê nîgeran e ku vegera Şamê bo Komkara Erebî, dibe ku ew bijardeya çareseriya siyasî red bike.