Balyoza Amerîkayê: Yekrêziya navmala Kurdî ji bo encamdana hilbijartinan girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîkayê li Iraqê  ragihand, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de bên lidarxistin û heVahengiyeke baş li gel Amerîka bi taybet di proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û şerê li dijî DAIŞê de hebe, yekrêziya Kurdan girîng e.

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski îro Pêncşemê li Silêmaniyê bi rojnamevanan re li ser çend pirsan civiya.

Romanowski di beriva pirseke peyamnêrê K24ê li ser rewşa Herêma Kurdistanê de got: “Em hemû aliyên Herêma Kurdistanê han didin ku bi hev re kar bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekî, ji bo ku karibin bersivê bidin daxwaz û pêdiviyên gel. Em di wê baweriyê de ne ku hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz û pêşketî di çarçoveya Hikûmeta Federal de, dê aramî û ewlehiyê misoger bike, ji ber wê jî karkirina hevbeş gelekî girîng e.”

Got jî: “Karê me yê pêşîne, yekrêzî û aramiya di çarçoveya Destûra Iraqê de û herwiha çaksaziya Wezareta Pêşmerge de ye. Pêşîniyeke din jî bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ye, bi taybetî di warê serxwebûna enerjiyê de, bi rêya pêşxistina sektora gaza sirûştî li Herêma Kurdistanê û pêşxistina boriyan û herwiha derxistina yasaya daîmî bo petrol û gazê.”

Balyoza Amerîka ragihand, “Xaleke din jî ji bo me gelekî girîng e, ew jî şerê li dijî gendelî û çaksaziya aborî ye, ku dê bibe sedema bihêztirbûna bazirganî û veberhênanê, ku ji bo pêşketin û xweşguzariya Herêma Kurdistanê gelek girîng e, mafê xelkê ye jî biryar li ser dema hilbijartinan de bê dayîn.”