Dana Ceza: Eger mafên Kurdan di budceyê de nebe, PDK beşdarî civîna parlamentoyê nabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê berê yê Parlamentoya Iraqê Dana Ceza ragihand, eger mafên Kurdan neyên cîbicîkirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşdarî civîna parlamentoyê bo dengdana li ser projeyasaya bûdceyê nabe.

Biryar e sibe pêncşemê parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeyasaya bûdceya salên (2023-2024-2025) bicive. Di vê derbarê de jî, Dana Ceza ji K24ê re got: “Hîn jî gotûbêj di navbera aliyan de li ser projeyasaya bûdceyê berdewam in, ji ber ku dûrketine ji rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hebû.”

Got jî: “Guhertina çend madeyên girêdayî Herêma Kurdistanê ku neyasayî û nedestûrî ne, bûye sedema nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û me hemûyan.”

Her wIha got: “Arasteyek ji aliyê hejmarek parlamenterên Şîe ve heye ku dixwazin bi wan guhertinên ku di Komîteya Darayî de hatine kirine civînekê, li dar bixin. Bi baweriya min partiyên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî PDK beşdarî civîna parlamentoyê nabe, eger di bûdceyê de mafên Kurdan neyên dabînkirin.

Da zanîn jî: “Piştî biryara dadgeha Parîsê li ser petrola Herêma Kurdistanê, aliyên Iraqî yên ku fişaran li ser hikûmeta Iraqê dikin, helwestên wan tundtir bûne û dixwazin fişarê li Herêma Kurdistanê bikin, lê helbet ev yek ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nayê qebûlkirin.”

Wî parlamenterê berê yê got jî: “Ew hêzên siyasî yên nûneratiya Kurdan dikin û di hikûmeta Iraqê de beşdar in, divê yekrêz bin û yek biryarê bin. Ev yek ji Herêma Kurdistanê re dibe hêzek. Eger her hewlek li dijî Herêma Kurdistanê bê kirin, divê ew pêşiya wê yekê bê girtin û divê Serokomar jî helwesteke cidî bigire.”