Yekem karwanê Heciyên Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdî bi rê ket

Îro Înê 9ê Hezîrana 2023an, yekem karwanê Heciyên Kurdistanê ji bo îbadeta Hecê bi rêya bejahiyê ber bi Erebistana Siûdî bi rê ketin, ku hejmara wan 690 kes in.

Hewlêr (K24) – Îro Înê 9ê Hezîrana 2023an, yekem karwanê Heciyên Kurdistanê ji bo îbadeta Hecê bi rêya bejahiyê ber bi Erebistana Siûdî bi rê ketin, ku hejmara wan 690 kes in.

Heciyên Hewlêr û Duhokê, vê sibê li deriyê Pirdê, heciyên Silêmanî û Helebce û Germiyanê jî diçin Kerkûkê û li wê derê digihîjin hev û ber bi başûrê Iraqê bi rê dikevin.

Li ser geştên asmanî yên heciyan, Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ji Wezareta Ewqafê re ragihandiye, roja 12ê Hezîrana 2023an, yekem karwanê heciyan bi rêya asmanî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêr û Silêmaniyê ber bi Erebistana Siûdî geştê dikin.

Li ser vê mijarê Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê Karwan Stûnî ji K24ê re ragihand, îro hemû heciyên Herêma Kurdistanê yên ku dixwazin bi rêya bejahiyê ferza Hecê encam bidin, bi qonaxekê geştê dikin.