Eşwaq Caf: Tiştê li Parlamentoya Iraqê diqewime bo lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Komîta Navendî û Berpirsa Liqê Pêncem ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf ragihand, tiştê ku li Parlamentoya Iraqê rû dide, ji bo lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê ye.

Eşwaq Caf ji K24ê re behsa hewlên çend aliyan li dijî Herêma Kurdistanê di pesendkirina projeyasaya bûdceya Iraqê de kir û got: “Tiştê ku em li Parlamentoya Iraqê dibînin, êrîşek li ser qewareya Herêma Kurdistanê ye. Ew aliyên ku nekarîne xizmeta gelê kurd bikin û naxwazin beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin, ji ber çi sedemê be jî hewla êrîşa Herêma Kurdistanê dide, ev jî ne di berjewenduta gelê Kurdistanê de ye.”

Got jî: “Destûrê qewareya Herêma Kurdistanê afirandiye, desthilatên wê jî diyar kirine, lê mixabin tiştê ku em dibînin hewla lawazkirin û hilweşandina Herêma Kurdistanê ye, lê bi xweşbextane ev hewldan bi ser neketin. Guherîna projeyasaya bûdceyê de yên derbarê Herêma Kurdistanê de hatine kirin, di xalekê de behsa çawaniya temwîkirinê dike, ji ber ku destûra Iraqê rê nade Hikûmeta Iraqê rasterast serederiyê bi parêzgehên Herêma Kurdistanê re bike, ji berê têgihîştineke şaş hebû ku Hikûmeta Iraqê rasterast serederiyê bi Silêmaniyê re dike.”

Eşwaq Caf got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim wek hev reftarê bi parêzgehan kiriye û proje bi awayekî wekhev di navbera parêzgehan de hatine dabeşkirin. Lê mixabin hinek kes dixwazin ji xelkê Silêmaniyê re bibêjin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zilmê li wan dike. Na, Hikûmeta Herêma Kurdistanê zilmê li wan nake.”

Destnîşan kir jî: ““Rast e parlamento dikare li ser projeyasaya budceyê gotûbêjan bike û wê kêm bike, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê rêkeftinek destûrî kirine û ne tenê siyasî ye. Komîteya taybet çend mehan li ser xalên destûrî yên rêkeftinê gotûbêj kirin û pesend kirin û piştre hat îmzekirin. Guhertina xalên projeyasaya budceyê, weke darbeyeke li dijî wê rêkeftinê ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê ye.”

Ragihand jî: “Pêwîst e budce ji bo hemû welatiyan wek hev be. Tiştê ku her sal di dema projeyasaya bûdceyê li parlamentoya Iraqê de tê pesendkirin, weke yasaya cezakirina Herêma Kurdistanê ye, ne weke yasaya budceyê ye, îsal jî wek salên borî, xal û madeyên projeyasayê ji ruhê destûrê dûr hatin girtin.”