Bi amadebûna Mesrûr Barzanî Dîdar û Hefteya Tenduristiyê ya Kurdistan – Urdinê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dîdar û Hefteya Tenduristiyê ya Kurdistan – Urdinê li Hewlêrê birêve diçe.

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê Dr. Fîras Îbrahîm El-Hewarî îro 12ê Hezîrana 2023an Dîdar û Hefteya Tenduristiyê ya Kurdistan û Urdinê birêve diçe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, ev mezintirîn bûyera tenduristiyê ya sale ye û Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Dr. Salih El-Hesnewî jî tê de beşdar dibe.

Duhî wezîrên Tenduristiyê yên Iraq û Urdinê ji bo beşdariya di Dîdar û Hefteya Tenduristiyê ya Kurdistan – Urdinê de, gihîştin Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Hejmarek mezin ji bijîşk û xebatkarên tenduristiyê ji Urdin, Herêma Kurdistanê û Iraqê beşdarî vê çalakiyê dibin, bi mebesta pevguhertina ezmûn û pisporiyê di warê tendirustiyê de.