Plasschaert hişyariyê derbarê rewşa kampa Holê de dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Netewên Yekgirtî Jeanine Plasschaert bo kampa Holê hişyarî da ku eger rewş wek xwe bimîne, dê bibe çavkaniya terorê.

Jeanine Plasschaert di gotarekê derbarê nêrîna Iraqê li ser kampa Holê ya li Hesekê de got: “Mîrasa terorîstên DAIŞ’ê, mîraseke tevlîhev e ku divê em hemû bi hev re kar ji bo wê bikin.”

Plasschaert: “Divê zarok li kampa Holê bêne veguhastin, ber ku mezin bibin û beşek ji wan bibin terorist.”

Plasschaert da zanîn jî, ji sala borî ve 1382 malbatên Îraqî bo kampa Ciddeyê ya li Mûsilê hatine vegerandin û 837 malbat jî bo cih û warên xwe hatine vegerandin. Lê hîn gelek malbatên Iraqî li Holê mane û divê kar ji bo vegerandina wan bê kirin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Netewên Yekgirtî bal kişand ser wê yekê ku "çareseriya herî baş ji bo girtina vê dosyayê, hewldanên hevbeş ên civaka navdewletî ye ji bo kontrolkirin û çareserkirina vê rewşê.”

Hola kampê ku dikeve başûrê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, di bin kontrola Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê û dora 56 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Netewên Yekgirtî û fermandarên Amerîkî çendîn caran hişyarî dane ser metirsiyên kampên malbatên DAIŞê ji ber ku zarok ji aliyê dayikên wan ve fêrî tundrewiyê dibin.