Li Moskowê peykertraşek 27 peykerên sekirde û rewşenbîrên Kurd pêşan dide

Peykertraşekî Kurd ku zêdetirî 50 sal in kar dike, li Moskowê di pêşangehekê de li cem 190 neteweyên Rûsyayê, 27 peykerên serkirde û rewşenbîrên Kurd pêşan da, ku piraniya temenê xwe ji bo welatê xwe bexşandine.
kurdistan24.net

Moskow (K24) – Peykertraşekî Kurd ku zêdetirî 50 sal in kar dike, li Moskowê di pêşangehekê de li cem 190 neteweyên Rûsyayê, 27 peykerên serkirde û rewşenbîrên Kurd pêşan da, ku piraniya temenê xwe ji bo welatê xwe bexşandine.

Teymûr Reşoyev ku peykertraşekî Kurd e, zêdetirî 50 sal in kar dike, da ku li cem 190 neteweyên Rûsyayê, bi rêya hunera xwe, neteweya xwe bide naskirin, di vê pêşangehê de 27 peykerên serkirde û rewşenbîrên Kurd nimayîş kir.

Di pêşangehê de, gelek welatiyên ji neteweyên din beşdar bûn, piraniya wan bi temaşekirina peykerên serkirde û têkoşerên Kurd, diçin nav rûpelên dîroka pir serwerî ya wan rêber û kesayetên ku di warên cuda cua de rola girîng lîstine di nasandin û parastina nasnemaye netewî ya gelê Kurd de, hunermendekî Rûs matmayîna xwe bi karên Teymûr Reşoyev nîşan dide.

Peykersazî Rûs Vladimir Yulyanov ji Kurdistan24ê re ragihand: “Camêrî û behreyeke mezin divê, da ku 50 sal di warekî de kar bikî û piştre di pêşangeheke wisa de raxe ber çavên temaşevanan, ez li hember berhemên Teymûr Reşoyev mat mam, ev pêşangeh kûrahiya huner û destrengiya xwe ye, ev cûre kar divê bidomin, diyar e ku ji bilî van berheman karên wî yên din ên nuwaze hene ku cihê dest û neqşa peykersaz Teymûr li ser e.”