Li ser peyva 'Kurdistanê' biryara DMMEyê ya ji bo Baydemîr

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser cezayê Parlamentoya Tirkiyê ku ji ber bikaranîna peyva “Kurdistanê” dabû Osman Baydemir, biryara binpêkirina azadiya raderbirînê da.

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser cezayê Parlamentoya Tirkiyê ku ji ber bikaranîna peyva “Kurdistanê” dabû Osman Baydemir, biryara binpêkirina azadiya raderbirînê da. Tirkiye dê 16 hezar û 957 Euro qerebû bide Baydemîr.

Sala 2017an dema Osman Baydemir Parlamenterê Rihayê bû li Parlamentoya Tirkiyê di axaftineke xwe de gotibû: “Ez weke zarokekî gelê Kurd, weke nûnerekî ji Kurdistanê hatime rola xwe wiha diyar dikim: Bila ev ban bibe banê hevbeş ê Kurd û Tirk.”

Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê wê demê biryar dabû ku Baydemîr beşdarî du civînên parlamentoyê nebe û ji mûçeyê wî 2 li ser 3 bê birîn.

Baydemîr li beramber cezayê Parlamentoya Tirkiyê bi hinceta di dema karên yasadanînê de azadiya wî ya raderbirînê hatiye binpêkirin serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû, piştî ku Dadgeha Destûrê serlêdana wî red kir, serî li Dadgeha Ewropayê dabû.

Dadgeha Ewropayê derbarê serlêdana Baydemîr de biryara xwe da û ragihand ku mafê azadiya raderbirînê ya Baydemîr hatiye binpêkirin. Dadgehê herwiha biryar da, dewleta Tirkiyê 9 hezar û 750 qerebûya menewî, bi tevahî 16 hezar û 957 euro wek qerebû bide Baydemîr.

Osman Baydemîr piştî biryara Dadgeha Ewropayê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye: “Ev biryar di têkoşîna azadîya ramanê de xwedî girîngiyek dîrokî ye. Rûmeta rewa ya vê serkeftinê ya bi milyonan Kurd e ku ew Kurdistanê di dilê xwe de û xewn-xeyalên xwe de zindî dihêlin.”