9 çalakvanên Kurd di konferansa Brukselê de beşdar in

Yekîtiya Ewropayê di rojên 14-15ê Hezîrana 2023an de Heftemîn Konferansa Brukselê ya li ser piştevanîkirina siberoja Sûriye û navçeyê li dar dixe.

Bruksel (K24) – Yekîtiya Ewropayê di rojên 14-15ê Hezîrana 2023an de Heftemîn Konferansa Brukselê ya li ser piştevanîkirina siberoja Sûriye û navçeyê li dar dixe.

Di Heftemîn Konferansa Brukselê de 400 kesên ji rêxistinên sivîl ên Sûriyê û 9 çalakvanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê beşdar in.

Nûnerê Kombenda Hevdestiya Qurbaniyan Îzedîn Salih ji Kurdistan24ê re diyar kir, ew li Brukselê ji bo balê bikşînin ser rewşa mirovî ya xirab a li Rojavayê Kurdistanê ku ji ber êrîşên Tirkiyê, jêrxana wê ya elektrîkê û avê têk çûye û ew êrîş bûne sedema kûrbûna karesata mirovî li Rojava.

Îzedîn Salih herwiha destnîşan kir, ew ê di vê konferansê de hewl bidin ku alîkariya miletê li Rojavayê Kurdistanê were kirin.

Di Heftemîn Konferansa Brukselê de civîna wezarî di roja 15ê Hezîranê de birêve diçe, di roja pêş de roja gotûbêjan birêve diçe ku civaka sivîl li Sûriyê û derveyî wê, biryader û hevbeşên operasyonî dicivîne ji bo beşdarbûna di gotûbêja ser Sûriye û navçeyê de û herwiha li ser astengiyên mirovî û xweragiriyê.