Fuad Husên: Vegera penaberên Sûrî bi rewşa hundirê Sûriyê ve girêdayî ye

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên / Bruksel 15/6/2023
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên / Bruksel 15/6/2023

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên vegera penaberên Sûriyê bo welatê wan, girêdayî rewşa mirovî û ewlehiyê ya Sûriyê ye.

Îro 15ê Hezîrana 2023an, bi serperiştiya Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell, civîna wezîrên derve yên Iraq, Urdin û Lubnanê birêve diçe, balyozên Misir û Tirkiyê li Brukselê jî amade dibin.

Pêş civînê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Brukselê di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, ew û welatên beşdar li vir in da ku ji Yekîtiya Ewropayê daxwaza alîkariyê ji bo penaberên Sûriyê bikin û li ser pêşeroja Sûriyê gotûbêj bikin.

Got: “Vegera penaberên Sûriyê, bi rewşa mirovî, ewlehî û aborî ya Sûriyê ve girêdayî ye. Her çiqas ev rewşa mirovî baş bibe û alîkarî bigihin Sûriyê, dê alîkariya vegera penaberan bike. Ji ber wê jî guhertinên li hundirê Sûriyê, dê bibe sedema vegera penaberan.”

Her wiha Wezîrê Derve yê Iraqê daxwaz ji civaka navdewletî kir jî ku welatiyên xwe ji kampa Holê vegerînin.

Li Brukselê Paytexta Belçîka, 14 û 15ê Hezîrana 2023an, karên heftemîn rûniştina konferansa "Piştgiriya Sibaroja Sûriye û Navçeyê" berdewam dikin, tê de piştgiriya Yekîtiya Ewropî û civaka navdewletî ji gelê Sûriyê, penaberên Sûrî û welatên ku mêvandarên wan dikin re tê piştrastkirin.

Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Ewropa, armanca sereke ya konferansa îsal, komkirina alîkariyan ji bo Sûriyê û welatên cîran ên ku penaberan dihewîne ye û her wiha dê derfetekê ji civaka navdewletî re nû bike ku tekeziyê li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 bike.