Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanyayê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê 15.06.2023an pêşwazî li şandeke pilebilind a leşkerî ya Brîtanyayê bi serokatiya Şêwirmendê Berevaniya Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afriqayê Mareşal Samî Sampson kir ku ji hejmareke piledar û berpirsên bilind ên leşkerî yên Brîtanyayê pêk hatibû.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave amade bû, rewşa ewlehî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hevkariyên hevbeş yên ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser serkeftina birêxistinkirin û yekgirtina Pêşmerge û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge kirin û amaje bi wê yekê jî kirin ku divê prose bi awayeke baştir birêve biçe. Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Brîtanya û welatên din yên dost jî kir ku di wê proseyê da piştgirî û alîkariya wan dikin.

Ji aliyê xwe ve, şandeya mêvan dubare kir ku Brîtanya girîngiyê dide aramî û seqamgîriya ewlehiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniya ewlehiyê ji bo parastina aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê û serkeftina proseya çaksaziyê û yekkirina Pêşmerge da berdewam dibe.

Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din ên ku di berjewendiya hevbeş de ne, di hevdîtinê da hatin gotûbêjkirin.