Serokê Giştî yê PAKê pîrozbahiyê li Mihemed Îsmaîl dike
Hewlêr (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahiyê ji Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl re şand.
Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de diyar kir: “Em di têkoşîn û xebata we ya ji bo azadiyê û ji bo bidestxistina mafên neteweyî û niştimanî yê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê da serkeftinê ji we ra dixwazin.”
Peyama Serokê Giştî yê PAKê bo Sekreterê Giştî yê PDK-Sê wiha ye:
Rêzdar Mihemed Îsmaîl
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S)
Em bi dilxweşî pê agahdarbûn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi awayekî serkeftî 12emîn kongreya xwe li dar xistiye û di kongreyê da Komîteye Navendî ya nû ya PDK-Sê hatiye hilbijartin. Herwiha di civîna Komîteya Navendî de cenabê we wek Sekreterê Giştî yê PDK-Sê hatiye hilbijartin.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê (Partiya Azadiya Kurdistanê) cenabê we û endamên Polîtburo û Komîteya Navendî ya nû pîroz dikim.
Em di têkoşîn û xebata we ya ji bo azadiyê û ji bo bidestxistina mafên neteweyî û niştimanî yê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê da serkeftinê ji we ra dixwazin.
Li gel rêz û silavên xwe.
15.06.2023
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê