Konferansa Brukselê alîkariya darayî ji bo xelkê Sûriyê kom kir

Hewlêr (K24) – Di Konferansa Piştevaniya Siberoja Sûriye û Navçeyê de, ku bi amadebûna rayedarên payebilind û nûnerên welatên cîranên Sûriyê û navçeyê, li Brukselê bi serperiştiya Yekîtiya Ewropayê birêve çû, tekezî li ser piştevanîkirina welatiyên Sûriyê hat kirin.

Îro Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an, li Bruksela paytexta Belçîkayê, Heftemîn Konferansa Piştevaniya Siberoja Sûriye û Navçeyê bi beşdariya wezîrên derve yên Iraq, Urdin, Lubnan û herwiha balyozên Misir û Tirkiyê yên li Brukselê û welatên beşdar, alîkarîkirina Sûriyê birêve çû.

Di konferansê de welatên ku alîkariyan bexşandine, ragihandin ku ew bi bexşandina 10.3 milyar Dolar wek alîkariya milyonan Sûrî ku ji ber şer û hejarî û birçîtiyê ve di rewşele xirab de ne, li navxweya welatê xwe yan jî li welatên din penaber in, pabend dibin.

Ev pere ji aliyê 57 welatan û 30 rêxistinên navdewletî yên beşdarên konferansê ku Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ji bo piştevanîkirina li Sûriyê mêvandariyê dike, 800 milyon Dolar kêmtir bû ji wê bangewaziya mirovî ya pêştir Neteweyên Yekgirtî ragihandibû.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên beriya konferansê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ew û welatên beşdar li wê derê ne, da ku daxwaza alîkariyê ji Yekîtiya Ewropayê bikin ji bo awareyên Sûrî û herwiha gotûbêjkirina li ser siberoja Sûriyê.

Fuad Husên ragihand, Iraq bi awayekî berdewam hewla kêmkirina fişarên ser Sûriyê daye û daxwaz ji welatan kiriye ku welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerînin. Herwiha destnîşan kir ku Iraq daxwazê ji civaka navdewletî dike, serederiya cidî ligel Kampa Holê bikin.