Li Diyarbekirê derbarê bûyera kuştina 9 welatiyan de 5 kes hatin desteserkirin

Ji bo ku 13 tometbarên din jî bêne girtin lêkolîn berdewam dikin.

Diyarbekir (K24) - Derbarê bûyera kuştina 9 welatiyan li navçeya Bismîl a Diyarbekirê de 5 kes hatin desteserkirin, ji bo ku 13 tometbarên din jî bêne girtin lêkolîn berdewam dikin.

Li ser bûyera li gundê Şidadê yê ser bi Bismilê de Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê 3 dozger peywirdarkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de bi berfirehî berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de 5 tometbar hatin desteserkirin û ji bo ku 13 tometbarên din jî bêne desteserkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve xebat tên kirin.

Her dîsa li ser çekên ku di bûyerê de hatibûn bikaranîn jî lêkolîn tê kirin û piştî lêkolînan dê bê zanîn ku kîjan çek ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn.

Ji aliyê din ve termên her 9 kesên ku hatibûn kuştin li Goristana Yenîkoy ya Diyarbekir û goristana Bismilê bi axê hatin spartin. Dermankirina 2 birîndaran jî li nexweşxaneyê didome.

Di 15ê Hezîrana 2023an de di navbera malbatên ku paşnavên wan Ateş û Alyamaç bûn de li ser zeviyan şer derket û di encama şerê çekdarî de ji malbata Alyamaç pênc kes û ji malbata Ateş jî çar kesan canê xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê agir girtî bû zeviyan.  Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.