Yasaya budceyê ji bo pesendkirinê gihîşte Serokomariya Iraqê

Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand, yasaya budceyê gihîşte Serokomariya Iraqê.

Hewlêr (K24) – Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand, yasaya budceyê gihîşte Serokomariya Iraqê.

Serokê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Etwan Etwanî ragihand, bi mebesta pesendkirina ji aliyê Serokomar ve, yasaya budceyê gihîşte Serokomariya Iraqê.

Roja Duşema borî û piştî pênc rojan ji gotûbêjên berdewam ên di navbera hêzên siyasî yên fraksiyonan de, Parlamentoya Iraqê projeyasaya budceya federal bo salên 2023, 2024 û 2025an bi çend destkarîkirinan pesend kir.

Duh jî Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Fuad Husên ji Kurdistan24ê re ragihandibû, yasaya budceyê li Serokomariya Iraqê ye.