Sekreterê PDK-Sê: Helwesta me ya piştevanîkirina gelê Sûriyê neguheriye

Mihemed Îsmaîl helwesta partiya xwe piştî Kongreya 12emîn dubare kir û ragihand, helwesta wan a piştevanîkirina gelê Sûriyê neguheriye.

Hewlêr (K24) – Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl helwesta partiya xwe piştî Kongreya 12emîn dubare kir û ragihand, helwesta wan a piştevanîkirina gelê Sûriyê neguheriye.

Mihemed Îsmaîl ji Kurdistan24ê re ragihand, guherîna serkirdetiya partiyê nabe sedema guherîna helwesta siyasî ya PDK-Sê derbarê rewşa Sûriyê de û tekezî li ser çareserkirina siyasî ya rewşa navxwe ya Sûriyê kiriye.

Sekreterê PDK-Sê destnîşan kir, ji bo şert û merc û qonaxên nû yên niha yên li Sûriyê derketine holê, wan xwe amade kiriye û hêviya xwe anî ziman ku bi çareseriyeke siyasî û biryareke navdewletî dawî bi qeytan û êşên Sûriyê bê.

 

Roja 12ê Hezîrana 2023an, Kongreya 12emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi dawî bû û 27 endamên Komîteya Navendî ya partiyê hatin hilbijartin. Piştre li Hewlêrê civîna Komîta Navendî hat lidarxistin.

Di civînê de, Mihemed Îsmaîl wek Sekreterê nû yê PDK-Sê hilbijart. Her wiha Dr. Ebdulhekîm Beşar û Kamîran Haco wek cîgirên Sekreterê PDK-Sê hatin hilbijartin.

Her di vê civînê de jî, Dr. Ebdulhekîm Beşar, Dr. Lezgîn Fexrî, Nafê Beyro, Kamîran Haco û Seîd Omer wek endamên Polîtburoya PDK-Sê hatin hilbijartin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) wek yekemîn partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di 14ê Hezîrana 1957an de hatiye damezirandin.