Li Diyarbekirê daxwaza azadkirina rojnamevanên girtî hat kirin

Endam û rêveberên komeleyên rojnamegeran dibêjin; biryarên zindanîkirina rojnamegerên hevkarên wan ne hiqûqî ye û divê rojnameger bikaribin bi azadî kar û xebatên xwe birêve bibin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê komele û platformên rojnamegeran daxwaza serbestberdana rojnamegerên zindanîkirî dikin. Endam û rêveberên komeleyên rojnamegeran dibêjin; biryarên zindanîkirina rojnamegerên hevkarên wan ne hiqûqî ye û divê rojnameger bikaribin bi azadî kar û xebatên xwe birêve bibin.

Rêveber û endamên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û endam û rêveberên HDP û Partiya Çepên Kesk di salvegera girtina 16 rojnamegeran de li ber Dadgeha Diyarbekirê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza azadkirina wan kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin tevî ku derbarê hempîşeyên wan de delîlekî sûcê tune ye jî wan di girtîgehan de digirin û mafên wan yê azadî û rojnamegerî tê binpêkirin.

Rojnameger Rojda Aydin diyar kir: “16 kedkarên çapemeniyê yên ku nûçegîhaniya civakî ji xwe re esas digirin ev salek e di girtîgehê de ne. Tê astengkirin ku pîşeya xwe bikin. Bila îktidar, medyaya alîgir û daraz vê yekê ji bîr neke; Kedkarên Çapemeniya Azad wekî do wê îro jî û sibehê jî ji îktidarên ku wê bên, serî natewîne. Ew ê ji nivîsandina heqîqetê gavê paşde neavêjin. Ew ê Çapemeniya Azad her tim bibe dengê heqîqetê.”

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku; ji bo ku mafê wergirtina nûçeyan yê civakê bê astengkirin rojnameger tên girtin. Rêveberên komeleya DFGê  dibêjin ku; divê rojnameger bikaribin bi awayekî azad karê xwe yê rojnamegerî bikin.

Peyvdara MKGPê Roza Metîne ji K24ê re diyar kir: “Ji ber ku çapemeniya azad heqîqeta civakê diparêze, rastiya ragihandinê diparêze û nûçegihaniya civakê diparêze hedef tê girtin. Em îro jî li têkoşîna hevalên xwe xwedî derdikevin. Em ê sibê jî xwedî lêderkevin. Em hêza xwe ji pênûsa Mûsa Anter û Gurbeteli Ersoz digirin.”

Di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin û piştî binçavkirina 8 rojan di 16'ê Hezîranê de bi îddiaya "Endamtiya rêxistinê 16 rojnameger hatin zindanîkirin yên din serbest hatibûn berdan. Rûniştina doza her 16 rojnamegeran dê di 11 tîrmehê de birêve biçe.

Endam û rêveberên komele û platformên rojnamegeriyê li der Dadgeha Diyarbekirê banga azadkirina hevkarên xwe dikin û dibêjin bila ew ji zindana bêne berdan û bikaribin bi awayekî azad kar û xebatên xwe yên rojnamegerî birêve bibin.