Helbestvanên Kurd li Stenbolê di 'Êvara Gotinan' de helbestên xwe xwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê, helbestvanên Herêma Kurdistanê Qubadî Celîzade, Kejal Ehmed û Mueyed Teyib helbestên xwe xwendin.

Helbestvanan ji bilî helbestên ku li ser bûyerên civakî û komkujiyên li Kurdistanê nivîsandine, helbestên evînî jî xwendin.

Di bernameya de helbestên bi zaravayên Kurmancî û Soranî hatin xwendin û her wiha helbest bo Tirkî jî hatin wergerandin.

helbestaav Mueyed Teyib di bernameyê de, helbesta “Zindan” ya ku ji bo Îsmaîl Beşîkçî nivîsandiye, xwend.

Civaknas-Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, nivîskarê Kurd Jan Dost, Edîtorê Weşana Nûbiharê Suleyman Çevîk, nivîskar Nîhat Gultekîn, siyasetmedar Azad Cundiyanî û gelek kesên din beşdarî bernameyê bûn.

Bername bi sohbetên amadevan û helbestvanan li ser helbest û wêjeya kurdî bi dawî bû.

Li ser navê Îsmaîl Beşîkçî, Serokê İBV'ê Îbrahîm Gurbuz palaketên rêzgirtinê pêşkêşî helbestvan kirin.

Helbestvan
Helbestvan