Ensarîoglu: Demîrtaş û Qendîlê Proseya Çareseriyê têk birin

Galîp Ensarîoglu
Galîp Ensarîoglu

Diyarbekir (K24) – Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu got; di proseya çareserkirina pirsa kurd de Ocalan jidil bû, lê Demîrtaş û Qendîlê prose têk birin.

Parlementerê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu derbarê çareserkirina prisa kurd, proseya çareseriyê û polîtîkayên partiya xwe yên derbarê çareserkirina pirsa kurd de axivî. Ensarîoglo got; di proseyeke nû de PKK tenê li ser mijara tundiyê dibe ku muxatab bê girtin.

Ensarîoglu, di hevpeyvîneke xwe ya li gel “Gazeteduvar” de got; kêmasiya wan ya herî mezin muxatagirtina PKK di proseya çareseriyê de bû. Ensarîoglu dibêje; di proseya çareseriyê de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jidil didîtin, lê ev prose ji aliyê Selahedîn Demîrtaş û Qendîlê ve hat tekbirin.

Galîp Ensarîoglu behsa ji nû ve nivîsandina destûreke nû kir û got; ew dixwazin destûreke sivîl, demokratîk, azadîxwaz amade bikin ku her kes bikaribe xwe tê de bibine û mafên rewa yên herkesê bi vê destûra nû bêne mîsogerkirin.

Ensarîoglu got; proseya çareseriyê bidawî bû û careke din ji wê xala ku lê bidawî bûye dîsa dest pê nake. Ensarîoglu dibêje; êdî PKK ne muxatabê çareserkirina pirsa Kurd e û her kes muxatabê vê pirse ye.

Li gorî Ensarîoglu, ji sedî 95ê pirsa Kurd hatiye çareserkirin, lê divê ew li ser çareseriyan bi aliyên cuda yên civakê re jî hevdîtinan bikin.

Ensasrîoglu di çareserkirina kêşeyên di navbera rêxistinên çekdar û welatan de got; “PKK ji IRA û ETAyê cûda ye. Wek mînak; li Spanya û Îrlandê yên ku siyaset dikirin bandor li rêxistinên çekdar jî dikirin lêbelê li Tirkiyeyê siyaset di bin wesayeta PKKê de ye. Li vir çi bandora siyasetê li ser PKKê nîne.

Ensarîoglu behsa gotina Demîrtaş ya ku ji bo Erdogan gotiye “Em nahêlin ku tu bibû serok” jî kir û wiha axivî: Ocalan jî piştgiriya vê gotinê nedikir. Ne tenê Qendîl, welatên rojava jî piştgiriya vê gotinê dikirin.”

Ensarîoglu anî zimên; ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêwîst nake tu kes muxatab bê girtin û wekî welatên serkeftî heger bikaribin li ser wekheviya hemwelatîbûnê nirxên demokrasiyê cîbicî bikin dê ev pirsgirêk jî çareser bibe.

Ensarîoglu got; Destûra 1921an destûreke sivîl û demokratîk bû, lê gelekî dom nekir û pêwîst e ew ji bo Tirkiyeyê destûreke mayînde amade bikin.