Dadgeha Destûrê daxwaza blokkirina hesabê darayî yê HDPê red kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê (AYM) daxwaza blokkirina hesabê darayî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji ber hilbijartinan 400 milyon û 228 hezar lîre ketibû hesabê partiyê, red kir.

Li gor nûçeya HaberTurk, Dadgeha Destûrê biryar daye ku pêwîst nake bloke deynin ser hesabê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Serdozgeriyê di daxwaza xwe de bal kişandiye ser wê yekê HDP di van hilbijartinan de neketiye hilbijartinan û ji ber vê yekê, ew pereyê bi qasî 400 milyon û 228 hezar lîre ku wek alîkariya darayî ketiye hesabê HDPê, were blokkirin.

Li gor yasaya Partiyên Siyasî, di dema hilbijartinan de alîkariya darayî ya ji bo partiyan 3 qat zêde tê dayîn, di vê çarçoveyê de bi giştî 600 milyon û 343 hezar lîre alîkariya darayî kete hesabê HDPê, lê belê serdozgeriyê daxwaz dike ku alîkariya darayî ya 400 milyon û 228 hezar lîre, bo xezîneya dewletê were vegerandin.