Pêwendiyên Sûriye-Tirkiyê û “bihêzkirina baweriyê” pêşîneyên sereke yên gera Astanayê ne

Civîneke Astanayê - Arşîv
Civîneke Astanayê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê, îro Sêşemê, gera bîstemîn a civînên Astanayê li ser dosya Sûriyê dest pê dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Astana dê rojên 20 û 21ê Hezîranê mêvandariya civîna bilind a wezaretên derve yên Tirkiye, Îran, Rûsya û Sûriyê bike.”

Da zanîn jî, Tirkiye dê bi şandeke ji çend saziyan bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve Burak Akçapar beşdarî civînê bibe.

Pêştir jî Wezareta Derve ya Kazaxistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû, gera bîstemîn a pêvajoya Astanayê li ser dosyaya Sûriyê dê 20 û 21ê Hezîranê were lidarxistin.

Diyar kir jî, Netewên Yekgirtî û welatên Urdin, Libnan û Iraq jî dê wek çavdêr beşdarî civînên Astanayê bibin.

Li gorî jêderên Kazaxistanê, di danûstandinan de dê pirsên pevguhertina dîl û girtiyan, dosyayên mirovî û mijarên derbasbûna alîkariyên navdewletî werin gotûbêjkirin.

Ji aliyê din ve, xuya ye ku bala Rûsyayê li ser xaleke din e ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov piştrast kiribû ku cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê dê di çarçoveya danûstandinên Astanayê de “nexşeya rê” ya asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqerê gotûbêj bikin.

Bogdanov got: “Reşnivîsa nexşerêya Rûsyayê amade ye. Erkê me ew e ku em li Astana bi hevkarên xwe re wê nîqaş bikin û vî karî pêş bixin.”

Jêderekî din li Şamê ji rojnameya “Şerq El-Ewset” re ragihand, di reşnivîsa “nexşerêya rûsî” de, xalek ji bo "plankirina vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê" heye.

Wî jêderî got jî, tevî ku Şamê ji “vebûna ji diyaloga” bi Tirkiyê re ragihandiye, lê hîn jî şertê "vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê" û rawestandina piştgiriya rêxistinên çekdar yên opozisyona Sûriyê, wek zemînek ji bo diyalogê daniye.

Jêderan ji wê rojnameyê re destnîşan kirin, Şam li hember daxwaza Tirkiyê yak u divê ew jî şerê rêxistinên kurdî li bakurê Sûriyê bike, li ser mercê diyarkirina rêxistinên li herêmên Idlibê û gundewarên bakurê Helebê ne yên divê Tirkiye dest ji piştgiriya wan berde, rijd e.