Bogdanov: Çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê ji Amerîka re ne giring e

Mikhail Bogdanov
Mikhail Bogdanov

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand, pirsa çareserkirina pirsgirêka Kurdî li Sûriyê, ji Amerîka re ne giring e û rê nade hevpeymanên xwe yên Kurd danûstandinan bi Şamê re bikin.

Ev daxuyaniya Bogdanov ji rojnamevanan re, îro Sêşemê li paytexta Kazaxistanê, berî destpêkirina gera bîstemîn ya gotûbêjên Astanayê yên li ser kirîza Sûriyê, hat.

Bogdanov got, bi behaneya têkoşîna li dijî terorê, hebûna Amerîkayê ya neqanûnî li navçeyên girîng ên petrol û aboriyê yên Sûriyê berdewam e wek rojhilatê çemê Feratê û herêma Tinifê.

Bogdanov got jî, hêzên Amerîkî piştgiriya Rêveberiya Xweser a ku li dijî yekparçeyiya axa Sûriyê ye, dikin û got: “Bêguman Amerîkî piştgirîya çend rêxistinên Kurdan ên qaşo nîv-dewletek ava kirine dikin. Ev yek bi temamî nayê qebûlkirin.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: “Bêguman em ligel çareserkirina pirsgirêkên kurdan bi rêya diyalogê ne. Lê ez wisa bawer dikim ku mixabin Amerîka giringiyê nade vê yekê û rê nada hevpeymanên xwe yên kurd bi Şamê re diyalogê bikin.”

Ev daxuyaniyên Bogdanov weke cîlwekariyekê hem ji aliyê Tirkiyê û hem jî ji aliyê hikûmeta Şamê re tên, ji ber ku Mosko her du aliyan han dide ku pêwendiyên xwe asayî bikin, tevî dagirkirina Tirkiyê ji gelek herêmên Sûriyê re.

Îro Sêşemê, gera bîstemîn a civînên Astanayê li ser dosya Sûriyê bi civîna şanda rûsî û sûrî dest pê kir.

Bogdanov duhî jî gotibû, cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê dê di çarçoveya danûstandinên Astanayê de “nexşeya rê” ya asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqerê gotûbêj bikin.