Sosan: Her dema Amerîka ji Sûriyê derkeve dosyaya kurdî dê bi hêsanî bidawî bibe

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê dibêje, Washington zû yan dereng dê ji Sûriyê derkeve û wê demê dosyaya kurdî dê bi hêsanî bidawî bibe.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan ji kenala “RT” a rûsî re ragihand, “Kurd beşek ji tevna me ya niştimanî ne û her diyalogek bi wan re, divê di bin banê yekitiya Sûriyê û gelê wê de pêk were.”

Sosan got jî: “Washington zû yan dereng dê ji Sûriyê derkeve û wê demê dosyaya kurdî dê bi hêsanî bidawî bibe.”

Her wiha got: “Washington kar ji bo astengkirina bicihkirina aramiyê li Sûriyê dike.”

Ev daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan di demekê de ye, duhî 20ê Hezîrana 2023an gera bîstemîn a civînên Astanayê ya li ser asta cîgirên wezîrên derve yên Tirkiye, Îran, Rûsya û Sûriyê, li ser dosya Sûriyê dest pê kir û biryar e îro jî berdewam be.

Her di vê derbarê de jî Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihandibû, pirsa çareserkirina pirsgirêka Kurdî li Sûriyê, ji Amerîka re ne giring e û ew rê nade hevpeymanên xwe yên Kurd danûstandinan bi Şamê re bikin.

Bogdanov gotibû jî: “Amerîkî piştgiriya çend rêxistinên Kurdan ên qaşo nîv-dewletek ava kirine, dikin. Ev yek jî bi temamî nayê qebûlkirin.”