Mûsa Ehmed: Em nakevin bi ti biryarekê eger ne di berjewendiya penaberan de be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed tekez kir, ew nakevin bin ti biryareke hikûmeta Iraqê yan civaka navdewletî, eger ne di berjewendiya penaberan de be.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed bi bona Roja Cîhanî ya Penaberan ji K24ê re ragihand, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hertim di xizmeta koçber û derbideran de ye û ew tu carî cudahiyê naxin navbera wan.

Mûsa Ehmed got: “Em nakevin bin ti biryarek hikûmeta Iraqê yan civaka navdewletî, eger ne di berjewendiya penaberan de be,.”

Bal kişande ser wê yekê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dê hewl bide di paşerojê de hemû xizmetguzariyan pêşkêşî koçber û penaberan bike, heta ku vedigerin warên xwe.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bang li civaka navdewletî kir ku di pêşkêşkirina alîkariyan ji bo penaberan de dereng nemînin.

Netewên Yekgirtî di sala 2001ê de, 20ê Hezîranê wek Roja Cîhanî ya Penaberan, ji bo rêzgirtina li penaberên li seranserê cîhanê destnîşan kir.