Sefîn Dizeyî: Hikûmeta nû ya Tirkiyê dixwaze pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê bi zêdetir bipêş bixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina hikûmeta Tirkiyê çûbû Tirkiyê.

Sefîn Dizeyî got ku di hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, pêwendiyên dualî û pirsên ewlehî, aborî û enerjiyê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha diyar kir jî: Hikûmeta niha ya Tirkiyê dixwaze pêwendîyên xwe bi Herêma Kurdistanê re zêdetir bipêş bixe.

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî serdana Luksemburg û Belcîkayê kir û ligel berpirsên wan welatan civiya.

Sefîn Dizeyî derbarê civîna îro ya ligel berpirsên hikûmeta Belcîkayê de ji K24ê re ragihand, ew ligel Wezareta Derve ya Belcîkayê û Sekreterê Giştî yê Siyaseta Derve ya Hikûmeta Belcîkayê civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de pêşhatên niha, pirsên ewlekarî û berdewamiya metirsiya DAIŞê li navçeyê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên bê hatin gotûbêjkirin.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, berpirsên Ewropayê piştevaniya proseya demokrasiyê dikin û ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan, ew bi diyalogê re ne.

Sefîn Dizeyî got ku wan spasiya hikûmeta Belcîkayê kir ku komkujiya Êzdiyan weke jenosîd nas kir. Her wiha amaje bi rêkeftina Şingalê jî kir û bang li civaka navdewletî kir ku alîkariya cîbicîkirina wê rêkeftinê bikin, da ku xelkê deverê vegerin ser cih û warên xwe.