Danûstandinên Astanayê “xweseriya li bakurê rojhilatê Sûriyê” red dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyê di civînên gera 20emîn a Astaneyê de, “xweseriya li bakurê rojhilatê Sûriyê” red dikin û nexşerêyek ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de amade dikin.

Civînên gera 20emîn a Astana yên li ser asta cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê bidawî bûn û beşdarên civînê di daxuyaneke hevbeş de li ser hin xalan li hev kirin, ji wan jî:

- Tekezî li ser rola sereke ya “pêvajoya Astanayê” di pêşxistina çareseriyeke domdar ji krîza Sûriyê re hate kirin.

- Berdewam pabendbûna bi serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekparçebûna axa Komara Erebî ya Sûriyê, li gor prensîpên Peymana Netewên Yekgirtî.

- Di şêwirên cîgirên wezîrên derve (Rûsya-Tirkiye-Sûriye-Îran) yê avaker de, nexşerêyek ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de, bi hevahengiya ligel wezaretên berevaniyê yên her çar welatan hat amadekirin.

- Tekez li ser pêşvebirina vê proseyê li ser bingehê niyazpakî û cîrantiya baş ji bo rûbirûbûna terorîstan û peydakirina mercên guncaw ji bo vegera koçberan a ewle, xwebexş û bi rûmet bo Sûriyê.

- Rewşa li bakurê rojhilatê Sûriyê hat gotûbêjkirin û beşdaran li ser wê yekê li hev kirin ku ewlekarî û aramiya herdemî li vê deverê, tenê bi parastina serwerî û yekperçetiya axa Sûriyê pêk tê. Hemû înîsiyatîfên neqanûnî yên ji bo dirustkirina rêveberiya xweser bi hinceta têkoşîna li dijî terorê, hatin redkirin.

- Çareseriyeke leşkerî ji pirsgirêka Sûriyê nîne, beşdaran pabendbûna xwe bi pêşdebirina proseya siyasî ya demdirêj û guncaw, li gorî biryara (2254) a Encûmena Asayişa Navdewletî, dubare kirin.

- Ji bo piştgirîkirina baştirkirina rewşa mirovî li Sûriyê û pêşketina di proseya çareseriya siyasî de, aliyên beşdar bang li civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî û saziyên wê yên mirovî kirin ku alîkariyan bo seranserî Sûriyê zêde bikin.