Serokomarê Iraqê yasaya budceya giştî îmze kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd îro 21ê Hezîrana 2023an, yasaya bûdceya salên 2023, 2024 û 2025ê îmze kir.

Li gorî daxuyaniya Serokomariya Iraqê, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd letîf Reşîd li ser wê yekê ku pesendkirina budceyê, xaleke giring e ji bo cîbicîkirina bernameya hikûmetê, ku tê de pêdiviyên pêwîst ên welatiyan, xizmetguzariyên sereke yên wek tenduristî û perwerde, nûjenkirina jêrxanê û destpêkirina projeyên girîng û stratejî bên cibicîkirin.

Budceya Iraqê ya sala 2023, 2024 û 2025ê ji 78 madeyan pêk tê. Budceya giştî ya sala 2023an jî, bi 198 trîlyon û 910 milyar û 343 milyon û 590 hezar dînar hatiye pêşbînîkirin. Dahata giştî ya wê sale jî, 134 trîlyon û 552 milyar û 919 milyon û 63 hezar dînar hatiye pêşbînîkirin. Li gorî vê yekê kêmbûna bûdceyê, 64 trîlyon û 357 milyar û 424 milyon û 527 hezar dînar e.

Li gorî yasayê, dahata herî mezin a budceya Iraqê, girêdayî hinartina petrolê ye, ku divê rojane 3.5 milyon bermîl petrol hinarde bike ku 400 hezar bermîl ên Herêma Kurdistanê jî di nav de ye. Nirxê her bermîlek petrol jî bi 70 dolarî tê texmînkirin. Her wiha nirxa dolarê Amerîkî li hember dînarê Iraqê jî, 130 hezar dînar hatiye danîn.

Hikûmeta Iraqê ji bo dagirtina kêmasiya bûdceyê, pişta xwe bi deyn û alîkariyên navdewletî girê dide. Her wiha eger nirxê petrolê bilindtir bê firotin jî, dê ji bo dagirtina kêmasiyê were terxankirin.