Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî kir

Di hevdîtinê de behsa çaksaziyên Kabîneya Nehem ji aliyê hemecûrkirina aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û aktîvkirina sîstema bankî û hêsankarîkirina veberhênerên navxwe û derve hat kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî kir û di hevdîtinê de behsa çaksaziyên Kabîneya Nehem ji aliyê hemecûrkirina aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û aktîvkirina sîstema bankî û hêsankarîkirina veberhênerên navxwe û derve hat kirin.

Îro Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî bi serokatiya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Rêveberê Herêmî yê Bernameya Neteweyên Yekgirtî bo Pêşvebirinê ya welatên Erebî (UNDP) Ebdullah Derderî kir.

Di hevdîtinê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kurteyek derbarê kar û çalakiyên xwe û armanca serdana xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanês pêşkêş kir, ku mebesta wan alîkarîkirina warê hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahat û rûbirûbûna bandorên neyênî yên guherîna keş û hewayê ye.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi çaksaziyên Kabîneya Nehem ji aliyê hemecûrkirina aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û aktîvkirina sîstema bankî û hêsankarîkirina veberhênerên navxwe û derve kir.

Herwiha di civînê de behsa girîngiya parastina samanên av û dirustkirina bendavan hat kirin.

0
0
0
0
0
0
0