Hevpeyvîna berpirsekî payebilind ê AK Partiyê bi K24 re di medyaya Tirkiyê de deng veda

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeyvîna bi rayedarekî payebilind ê AKPê di bernameya “Basî Roj” a Kurdistan24ê de, bûye rojeva sereke ya medyaya Tirkiyê.

Endamê Desteya Rêveberiya AK Partiyê Abdurrahman Kurt roja 21ê Hezîrana 2023an beşdarî bultena Basî Roj a Kurdistan24ê bû û derbarê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê de ragihand, li Tirkiyê 25 heta 30 milyon welatiyên Kurd hene û bûyerên Herêma Kurdistanê dişopînin, loma serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê girîng e.

Kurt destnîşan kir, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê di siberojê de bandora wê ya baş dibe û got, her wek çawa serdana Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev bo Tirkiyê bi nirx û girîng e, bi heman şêwe serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî girîngiya xwe heye.

Her wiha got: “Gotinek heye ku nêzîkbûna Tirkiye û Azerbaycanê pênase dike û me wek du dewlet û yek miletî didin dinasin. Em dikarin bibin sê dewlet û yek milet, ji ber ku Herêma Kurdistanê şiyana wê ya dewletbûnê heye û amade ye bibe dewlet.”

Ev gotinên Abdulrahman Kurt di medyaya Tirkiyê de cih girt û bû rojeva sereke ya wî welatî.

Medyaya Tirkiyê wek yek ji daxuyaniyên herî balkêş ên berpirsekî partiya desthilatdar li ser serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, amaje bi naveroka axaftina Ebdulrehman Kurt ji Kurdistan24ê re kirin û amaje bi çavkaniya wê axaftinê kirin ku di Kurdistan2 de hatiye weşandin.

Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt Enqerê û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtina ligel Erdogan de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, “Min îro bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û pîrozî li dubare hilbijartina wî kir.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkere kir: “Me li ser pêşdebirina pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.”