Ferîq Sîhad Barzanî: Karwaneke çekên giran dê bigihe destê me

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêza Piştevaniyê 1 a Pêşmerge radigihîne, biryar e di meha Tebaxa îsal de karwaneke çekên giran bigihe destê Pêşmerge.

Fermandarê Hêza Piştevaniyê 1 Ferîq Sîhad Barzanî di perawîza merasîma bidawîkirina xuleke perwerdeya leşkerî ya wê hêzê de ji rojnamevanan re ragihand: “Pêdiviya me bi alîkariya hevpeymanan heye û daxwaz ji wan jî dikin ku zêdetir alîkariya Pêşmerge bikin.”

Got jî: “Li ser fermana Serok Barzanî û biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hêza Piştevaniyê 1 bi hemû çek û kelûpelên xwe yên leşkerî ji hêza 80 ve bo mîlaka Wezareta Pêşmerge hat veguhestin û zêdetirî du salan e ev prose hatiye cîbicîkirin.

Di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de, derbarê gihandina alîkariyên leşkerî ji aliyê hêzên hevpeymanan bo Hêzên Pêşmerge de, Sîhad Barzanî got: "Çekên sivik gihîştine me, lê çekên giran hêj nehatine. Ji me re hatiye gotin ku dê di meha Tebaxa îsal de bigihin me.”

Da zanîn jî: “Hejmara çekên giran ên ku em ê werbigirin ne diyar e, lê ya girîng ew e ku hevpeymanî li ser piştgirîkirina Hêzên Pêşmerge berdewam be.”