Berdevka Yekîtiya Ewropayê bo K24: Em piştevaniya hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

Bruksel (K24) – Berdevka Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve Nabila Massrali diyar kir ku ew piştevaniya hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo pêşvebirina berhemên navxweyî di warê çandiniyê de ragihand, divê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hev re kar bikin, da ku hilbijartin bêhtir paş nekeve.

Roja Pêncşemê 22ê Hezîrana 2023an, Berdevka Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve Nabila Massrali ji Kurdistan24ê re ragihand, ew piştevaniya hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo pêşvebirina berhemn navxweyî, herwiha amaje bi wê yekê kir ku Yekîtiya Ewropayê tekezî li wê yekê dike ku hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hev re hevahengiyê bikin, da ku hilbijartin ji vê zêdetir paş nekeve.

Nabila Massrali got: “Em hevahengiyên xwe yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin. Hebûna şanderên dîplomasiyê û rêxistinên me yên mirovî li Hewlêrê, nîşana wê yekê ku em di hevahengiya demdirêj a ligel Herêma Kurdistanê de rijd in.”

Li ser asta pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê, Berdevka Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve Nabila Massrali eşkere kir: “Em dixwazin tecrubeyên xwe di warê berjewendiya hevbeş de ligel Herêma Kurdistanê hevbeş bikin, bi taybetî di warê guherînên jîngehê û cûbicûrkirina çavkaniyên enerjiyê.”

Piştî biryara Dadgeha Federalî ya di 30ê Gulana 2023an de li ser dirêjkirina dema yasayî ya temenê xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê, niha aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ligel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, diyarkirina rojekê ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj dikin, lê belê heta niha demek ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nehatiye diyarkirin.

Roja Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî pêşwazîkirina Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, di twîtekê de ragihand: “Mafê xelkê yê hilbijartinan heye, ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, me behsa amadekarî û piştevaniya li ser vê mijarê kir.”