Derek Harvey: Li Amerîkayê hewla dabînkirina berevaniya asmanî ji bo hêzên Pêşmerge heye

Endamê berê yê Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîkayê yê li Koşka Spî Derek Harvey ragihand, li Kongresê hewlek heye ji bo zêdetir alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê.
Endamê berê yê Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîkayê Derek Harvey
Endamê berê yê Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîkayê Derek Harvey

Hewlêr (K24) – Endamê berê yê Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîkayê yê li Koşka Spî Derek Harvey ragihand, li Kongresê hewlek heye ji bo zêdetir alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, bi taybetî li ser dabînkirina berevaniya asmanî ji hêzên Pêşmerge re ji bo parastina Herêma Kurdistanê ji gef û metirsiyan.

Derek Harvey beşdarî bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû û destnîşan kir, pêwendiyên navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê di dema borî de dijwar bûye, bi taybetî ku Iraqê bi awayekî berdewam hewl daye şiyanên serbazî yên Pêşmerge sînordar bike, di demekê de ku şiyana Pêşmerge heye û dikare nûnertiya Herêma Kurdistanê bike û berevaniya wê bike.

Harvey wek pêwîst dibîne ku hikûmeta Iraqê spasiya rola Pêşmerge bike ji ber berevanîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî di rûbirûbûna çekdarên DAIŞê de.

Derek Harvey eşkere kir, Amerîka kar dike, da ku bi awayekî baştir ligel Bexda û Herêma Kurdistanê bixebite, herwiha tekez kir ku divê para Pêşmerge hebe di budceya giştî ya Iraqê de.

Endamê berê yê Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîkayê yê li Koşka Spî destnîşan kir, ji bo ku Herêma Kurdistanê bikare bi ser astengiyan de zal bibe, dikarin desthilata zêdetir bidin statuya Herêma Kurdistanê.

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dema destbikarkirina wek Serokwezîr de di çendîn zehmetiyan re derbas bûye û got, eger li navxweya Herêma Kurdistanê yekbûn hebe, bi taybetî hêzên Pêşmerge, destê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê bihêztir dibe û alîkariya Amerîka û aliyên din bo Herêma Kurdistanê bandora wê dibe ji bo baştirkirina rewşa Iraqê.

Derek Harvey destnîşan kir ku niha îdareya Joe Biden li gor Rojhilata Navîn, bêhtir bala xwe daye ser Çîn, Rûsya û Ewropayê, loma eger Kurd li Herêma Kurdistanê û welatên din ên Sûriye, Îran û Tirkiyê serbixwe nebin jî, divê derfeta jiyaneke azad û serbilind ji wan re were dayîn.