Li Diyarbekirê xebatkarên tendirustiyê daxwaza başkirina şert û mercên kar dikin

Xebatkarên tendirustiyê li Diyarbekir ber Nexweşxaneya Zankoya Dîcle derbarê şert û mercên kar ên tendirustkaran de civînek çapemeniyê li dar xistin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Xebatkarên tendirustiyê li Diyarbekir ber Nexweşxaneya Zankoya Dîcle derbarê şert û mercên kar ên tendirustkaran de civînek çapemeniyê li dar xistin û amaje kirin ku dahata wan têra debara wan nake û dema karkirinê jî bo wan gelek dirêj e.

Ji aliyê Konfederasyona Sendîqayên Karkerên Şoreşger DÎSKê ve li Diyarbekirê bi beşdariya tendirustikaran civînek çapemeniyê hat li darxistin. Civîn li ber Nexweşxaneya  Zankoya Dîcle pêk hat û nunerên tendirustkaran bang kirin ku bi biryara dawî muçeyên beşek ji tendirustkaran daketiye asta kêm tirîn muçe de. Nuneran amaje kirin ku divê şert û mercên tendirustkaran berçav werin girtin û li gorî wê jî muçeyên wan werin zêdekirin ku beriya cejnê nekarîne amadekariyên cejnê bikin.

Berpirsê Herêmê yê Sendîqeya Tendirustkarên Şoreşger Umît Umdu ji K24ê re diyar kir: “Em heftiyê 45 demjimêran dişixulin. Li ewropayê ev yek ji 40 demjimêran derbas nake. Me ji berpirsan re gotibu û wan jî gotibu emê derfetan baştir bikin lê ti gavek nehat avêtin, dema xizmetê dixwazin em tên bîra wan lê dema pêdiviyên me de em nayên bîra wan.”

Tendirustkaran jî derbarê şert û mercên qada tendirustiyê de amaje kirin ku hem li aliyekê piştgiriya bo wan hatî veqetandin ya erdhejê nehatiye dayîn û hem jî muçeyê wan hember helawsanê her ku diçe dihele ku kêmtirîn mûçe buye 11 hezar û 402 lîre lê beşek tendirustkaran ji vê jî kêmtir mûçe distînin.

Xebatkarekî tendirustiyê diyar kir: “Mûçeyê min têra min nake ku ez debara xwe bikim. Dixwazim were zêdekirin.”

Herwiha xebatkarekî din jî dibêje: “Ez hem mexdûrê erdhejê me hem jî mûçeyê min têra debara min nake. Pereyên erdhejê kirin teqsît dor bi dor didin me. Em daxwaza mafên xwe dikin.”

Tendirustkar balê dikêşin ku di pêvajoyên pandemî û erdhejê de barê herî giran ser milên wan bû lê muçeyê wan têra debara wan nake û dixwazin muçeyê wan were zêdekirin.