Serokê Baroya Diyarbekirê: Em ê doza îşkencekirina zarokê 14 salî heta dawiyê bişopînin

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren li ser biryara dadgehê ya berdana polîsên ku îşkence li zarokekî 14 salî kiribûn, ragihand; ew ê vê dozê heta dawiyê bişopînin.

Diyarbekir (K24) – Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren li ser biryara dadgehê ya berdana polîsên ku îşkence li zarokekî 14 salî kiribûn, ragihand; ew ê vê dozê heta dawiyê bişopînin.

Di 21ê Adara 2023an de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji aliyê polîsan ve îşkence li zarokekî 14 salî yê bi navê Y.D. hat kirin. Derbarê bûyerê de pênc polîs hatibûn binçavkirin. 2 ji wan hatin berdan û 3 ji wan jî hatin zindanîkirin. Lêbelê her sê polîsên girtî jî piştî 3 mehan ji aliyê 1emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Diyarbekirê ve hat hatin berdan.

Serokê Baroya Diyarbekirê derbarê bûyerê de ji Kurdista24ê re ragihand: “Roja ku bûyer qewimî, Baroya Amedê, parêzerên malbatê, me dosye heta îro şopand û em hê jî dişopînin.”

Nahît Eren diyar kir: “Lê tiştê ku heye, dema ku ew polîs hatin binçavkirin, sê kes hatin girtin, dawî îdianame amade kirin, bi wê îdianameyê doz hat vekirin, li Dageha Licê hat vekirin, piştî doz li Dadgeha Cezayê Esliye hat vekirin, me bi nivîskî îtîraza xwe da dadgehê, me got; ev sûc di çarçoveya vê îdianameyê de sûcê giran e, yanî sûcê îşkenceyê ye, ji ber vê me got, ne Dadgeha Licê, divê Dadgeha Giran li vê dozê binêre, çimkî sûcek li hemberî mirovahiyê ye. Piştî serlêdana me dadgeh bi awayê me biryar da.”

Eren eşkere kir, parêzerên polîsên ku di vê dozê de hatine girtin, îtîraz kirine û îdia dikin ku îşkence bi zarokê 14 salî nehatiye kirin, piştî îtîraza wan Dadgeha Diyarbekirê qebûl kiriye û dosyeya dozê cardin şandiye Dadgeha Licê û 3 polîsên girtî jî berdane.

Serokê Baroya Diyarbekirê li ser rewşa dozê piştî berdana wan sê polîsan, eşkere kir ku doz dê li Dadgeha Licê berdewam be û got: “Mixabin doz ne wek sûcê îşkenceyê, wek sûcê birîndarkirin û desteserkirina zarokekî bidome, lê em ê vê dozê bişopînin, em bi vî awayî qebûl nakin.”