PAK: Em bi şerê di navbera herdu baskên Komeleyê de xemgîn in

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand, ji ber şerê ku li Silêmaniyê di navbera Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê da derketiye, diyar kir: “Em bi vê bûyerê gelekî xemgîn in.”
PAK
PAK

Hewlêr (K24) – Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand, ji ber şerê ku li Silêmaniyê di navbera Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê da derketiye, diyar kir: “Em bi vê bûyerê gelekî xemgîn in.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê ragihand: “Li gorî agahdariyên ku gihîştine ber destên me, li Kampa Zirgiwêz a li bajarê Silêmaniyê şer di navbera Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê da derketiye û di encamê da du pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.”

PAKê eşkere kir: “Em bi vê bûyerê gelekî xemgîn in. Di demeke ku yekitî û hevkariyên partiyên li Rojhilatê Kurdistanê bûye cîhê dilxweşî û hêviyeke mezin, ev rûdan dilê her niştimanperwerekî diêşîne. Eşkere ye ku şer û pevçûnên bi vî rengî, bes dê kêfa dijminên gelê Kurdistanê bîne û dê ji planên wan ên qirêj ra rê xweştir bike.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em di wê bawerî û hêviyê da ne ku, zûtirîn wext herdu baskên Komeleyê dê li hev bên û dê nehêlin ev rûdana diltezîn berdewam bike, dê bi metanet tevbigerin. Herwiha em di wê baweriyê da ne ku  PDK-Îran û partiyên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo ev rûdana nexweş  berfireh nebe û ji bo pirsgirêk bê çareser kirin, dê  hemû berpirsyarî û watiniyên li ser milên wan e bi cih bînin.”

Roja 22ê Hezîrana 2023an de li gundê Zirgiwêz ê li parêzgeha Silêmaniyê, şer di navbera Komela Zehmetkêşên Kurdistanê û Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de derket û di encamê de hin kes hatin kuştin û birîndarkirin.