Koşka Spî: Em rewşa Rûsyayê dişopînin

Berdevkê Encûmena Asayişa Koşka Spî John Kirby ragihand, ew rewşa Rûsyayê dişopînin.
Wêne: Reuters
Wêne: Reuters

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encûmena Asayişa Koşka Spî John Kirby ragihand, ew rewşa Rûsyayê dişopînin.

John Kirby li ser rewşa navxwe ya Rûsyayê û şerê grûpa Wagnerê ya li dijî Rûsyayê dibêje: “Em bi hûrgilî liv û tevgerên Wagnerê dişopînin û ligel hevpeymanên xwe rewşê gotûbêj dikin.”

Kirby diyar kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji hemû geşedanên rewşa Rûsyayê hatiye agahdarkirin.

Ev di demekê de ye ku Fermandarê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigojin li dijî Rûsyayê şer ragihand.

Yevgeniy Prigojin ku di tomareke dengî de bi fermî şerê dijî artêşa Rûsyayê ragihand, diyar dike ku hejmara wan 25 hezar kes in û dixwazin gelê Rûsyayê azad bikin ji vê sîstema li Moskowê hikum dike.