Serokê Rûsyayê: Grûpa Wagner xiyanet kir

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dibêje, tiştê grûpa Wagner li dijî serbazên welatê xwe kiriye "xiyanetkirina li gelê Rûsyayê ye".

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dibêje, tiştê grûpa Wagner li dijî serbazên welatê xwe kiriye "xiyanetkirina li gelê Rûsyayê ye" û li dilê wan daye. Putin diyar dike ku ew ê sizayê hemû wan kesan bidin ku " di xiyaneta niştimanî de" beşdar bûne.

Îro Şemiyê 24ê Hezîrana 2023an, Serokê Rûsyayê Valdimir Putin di gotarekê de ku li Koşka Kremlînê pêşkêş kir, bersiva gefên Fermandarê Grûpa Wagnerê Yevgeniy Prigojin da û got: “Em serxwebûn û neteweya xwe diparêzin, ew parêzgariya wê yekê dikin ku em Rûsya ne. Ev rewşa ku niha em tê re derbas dibin, pêwîstiya wê bi hewla hemû aliyan heye. Divê em dest wan mijaran berdin ku welatê me lawaz dikin.”

Vladimir Putin dibêje, grûpa Wagnerê bi piştevaniya hejmarek welatan dixwaze welatê xwe lawaz bike û dibêje: “Grûpa Wagner dixwaze wê serkeftina mezin a li Ukraynayê hatiye bidestxistin, jinav bibe.”

Ev gotinên Serokê Rûsyayê di demekê de ye ku Grûpa Wagner a Rûsyayê li dijî Moskowê şer ragihandiye û dibêjin: “Em ê Rûsyayê azad bikin.”

Fermandarê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigojin di tomareke dengî de bi fermî şerê dijî artêşa Rûsyayê ragihandiye û diyar dike ku hejmara wan 25 hezar kes in û dixwazin gelê Rûsyayê azad bikin ji vê sîstema li Moskowê hikum dike.

Prigojin destnîşan dike ku hêzên wan li herêma Rostov belav bûne û helîkoptereke artêşa Rûsyayê jî xistine xwarê û di pêşveçûnê de berdewam dibin.

Li Moskowê jî hejmareke mezin tank û zirpoş li cadeyên Moskowa paytexta Rûsyayê hatine belavkirin û hêzên ewlehiya bajêr di amadebaşiyê de ne.