Almanya hêsankariyê ji bo wergirtina koçberan dike

Parlamentoya Almanyayê biryareke nû pesend kir ku hêsankariyê ji bo hatina koçberan dike, bi taybetî ku niha Almanya ji kêmbûna destê kar ve dinale.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Almanyayê biryareke nû pesend kir ku hêsankariyê ji bo hatina koçberan dike, bi taybetî ku niha Almanya ji kêmbûna destê kar ve dinale.

Piraniya endamên Parlamentoya Almanyayê deng dan yasaya sererastkirî ya li ser koçberan, ku hêsankariyê ji bo wan koçberan dike li Almanyayê kar bikin.

Li gor yasaya nû ya Almanyayê, ku wek sîstema Kanadayê ye, ronahiyê dixe ser faktorên girîng ên wek şiyan û bawername û ziman.

Wezîrê Aboriyê yê Almanyayê pêşwazî li vê biryarê kir û tekez kir ku kêmbûna karkeran yek ji qeyranên sereke yên welat e.

Bi salan e li Almanyayê kêşeya kêmbûna destê kar heye, bi taybetî di sektorên geştyarî, tendirustî û bînasaziyê de, di sala 2022an de nêzîkî du milyon derfetên kar li Almanyayê hebûn.