102 rêxistin daxwaza avakirina saziyekê ji bo aşkerekirina çarenivîsa sûriyên winda ji NY dikin

Sûriyên winda
Sûriyên winda

Navenda Nûçeyan (K24) – Human Rights Watch (HRW) ligel 102 rêxistinên din, daxwaza avakirina desteyeke mirovî ji bo aşkerekirina cihê kesên winda li Sûriyê, ji Netewên Yekgirtî dikin.

Rêveberê Beşa NY li Human Rights Watch Louis Charbonneau got: “Malbatên bêhêvî yên hewl didin çarenivîsa xizmên xwe yên winda li Sûriyê bizanibin, damezrandina saziyeke mirovî pêşniyar kirine, ji bo bizanin ka çi bi ser hezkiriyên wan ên windabûyî hatiye.”

Got jî: “Welatên endamên Netewên Yekgirtî, di nav de hikûmeta sûrî û hevalbenda wê Rûsya, deyndarê bi hezaran malbatên Sûrî ne û divê dengên xwe didin vê destpêşxeriya girîng.

Rêxistinan got, avakirina vê saziya nû ya NY, dê gaveke girîng be ji bo peydakirina bersivan ji malbatên sûrî re yên ku ji mêj ve xizmên wan winda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Human Rights Watch got, divê welatên endam kar bikin ji bo piştgirîkirina avakirina vê desteyê bi riya dengdana di Civata Giştî de, û herwiha bûdceya pêwîst ji Netewên Yekgirtî jê re dabîn bikin.

Tê texmînkirin ku ji destpêka krîza Sûriyî di sala 2011an de, zêdetirî 100 hezar kesî di encama şer û pevçûnên li Sûriyê de winda ne û çarenivîsa wan  ne diyar e, piraniya wan ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin windakirin.