Diyarberkir,.. Piştî îşkencekirinê derûniya Yusuf'ê 14 salî têk çûye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di 21’ê Adara 2023an de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji aliyê polîsan ve îşkence li zarokekî 14 salî yê bi navê Yusuf Dîken hatibû kirin. Hemû polîsên ku îşkence li zarokî kirine hatin berdan. Malbatê bo Kurdistan24’ê axivî û got ku; heta ku ew polîs neyên sizakirin ew dest ji riyên hiqûqî bernadin. Mafnas jî dibêjin; li gorî yasayên Tirkiye û navdewletî îşkence sûcekî mirovî ye û divê ev tawan bêsiza nemîne.

Yusuf Dîken zarokekî 14 salî ye. Ligel malbata xwe li navçeya Licê dijî. Ew bi hevalên xwe re piştî ku beşdarî ahenga Newroza Diyarbekirê dibe vedigere Licê. Li Licê di kuçeyekê de ew û hevalên xwe rastî polîsan tên û direvin. Yusuf, xwe diavêve malekê de, lê polîs deriye malê dişkênin û bi lêdan û darê zorê wî û hin helavên wî li otomobîla zirxpoş siwar dikin. Li gorî gotinên Yusuf, 3-4 polîs bi qûntaxa çekan, kulm û pehînan îşkenceyê lê dikin. Polîs, di saetên derengî şevê de bi awayeke destê wî giradayî Yusuf diavêjin ber çemekê. Yusuf bi zor û zehmet xwe digihîne rê û welatiyeke ji Licê rastî wî tê. Êdî Yusuf çavên xwe li nexweşxaneyê vedike.

Yusuf Dîken ji K24ê re got: “Min dît polîs hatin, min got ez nerevim dê min bigirin, ez reviyam û ew li pey min hatin û ez girtim û li otomibîlê siwar kirim û bi kontaxa çeke li serê min dan, li çavên min dan. Ez birin ser rê û ez avêtim erdê û dîsa li min xistin.”

Yusuf, bi giranî birîndar dibe û demekê li nexweşxaneyê tê dermankirin û dûv re vedigere Licê. Lêbelê ji ber îşkence û wê rewşê Yusuf niha alîkariya derûnî distîne û dermanên derûniyê dixwe. Yusuf, birayê sê xwişka ne. Dêûbabên wî dibêjin; ew bi şev û rojan ji kurê xwe re giriyan e û tenê dixwazin polîsên ku îşkence li kurê wan kirine bêne sizakirin û ev ji wan re nemîne.

Dayıka Yusuf, Naşîde Dîken dibêje: “Dema ku min lawê xwe dît kezeba min şewitî. Ne wekî ku ew (polîs û dadgeh) dibêjin e. Derb li kurê min dane, kurê min îşkence kirine, kurê min avêtine ber çem. Ew avêtin mirinê. Ew dibêjin îşkence nekirine lêbelê kurê min îşkence kirine ez qebûl nakim.”

Bavê Yusuf Yilmaz Diken jî got: “Va ye bi raporan jî diyar e, dîmen jî hene ku kurê me îşkence kirine. Ew dibêjin derbkirin e lê ev ne derbakirine. Rabin bi kontaxên çekan li ser û çavên zarokê bidin ma nabe îşkence; ev îşkence ye. Ev hewla kuştinê ye.”

1’emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Diyarbekirê derbarê pênc polîsan de biryara binçavkirinê dabû. Du polîs hatibûn berdan û sê polîs jî bi tometa îşkenceyê hatibûn zindanîkirin. Her sê polîs jî piştî sê mehan hatin berdan. Mafnas dibêjin; Yusuf rastî îşkenceyê hatiye û divê ev tawan bêsiza nemîne.

Endamê Komîsyona Mafên Zarokan ya Baroya Dıyarbekırê

Mehmet Işik ji K24ê re got: “Li ser navê Tirkiye, li ser navê Kurdistanê ji bo me hêviyeke mezin çêbû. Me got êdî dê îşkence bê siza nemîne. Me got dê ji niha û pêve polîs, serbaz an jî fermanbarên dewletê dema ku îşkence bikin dê êdî du caran bifikirin. Em bi hêviya biryareke wiha çûn Dadgeha Diyarbekirê. Lêbelê bi berdana tometbaran me fêm kir ku polîtîkaya sizanekirina ji bo polîsan dê berdewam be.”

Dosyeya Yusuf niha li Dadgeha Licê birêve diçe. Her pênc polîs bêyî ku zindanîkirîbin tên darizandin. Malbat û parêzer daxwaza sizakirina polîsan dikin û dibêjin; heta ku bigihin encamekê dê dest ji vê dozê bernedin.