Kerkûk: Cotkarên Topzawa li dijî astengiyên artêşa Iraqê greva xwe didomînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Greva cotkarên Topzawa, Daqûq, Qerehancîr û hejmarek gundên din ên parêzgeha Kerkûkê li dijî astengkirina artêşa Iraqê û desteserkirina zeviyên wan berdewam e.

Cotkarên grevê ku nûnertiya cotkarên navçeya Sergaran û çend navçeyên din dikin, zêdetirî 25 rojan ne li ser rêya firokexaneya Kerkûkê kon vedane û dibêjin, daxwaza wan “hilweşandina biryarên Meclîsa Serkirdatiya Şoreşa Partiya Beisê ya berê ye” lê heta niha bi fermî bersiva wan nehatiye dayîn.

Nivîskar û çalakvanê di warê jenosîdê de Hêmin Hesîb ku ligel cotkaran beşdarî grevê bûye, ji Kurdistan24ê re got: “Em piştevaniya xwe bo maf û daxwazên rewa yên cotkarên Kurd û Tirkmen radigihînin. Em di wê baweriyê de ne ku hewlên hikûmeta Iraqê, berdewamiya wê paşeroja tal e ya xelkê vê herêmê bi artêşa Iraqê re heye.”

Topzawa dikeve başûrê Kerkûkê û xelkê wê Kurd in û xwediyên resen ên zeviyên gund in, artêşa Iraqê jî ji wan xwestiye ku ne tenê dev ji axa xwe berdin, lê gundê xwe jî vala bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsa cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê ji nêz ve dişopîne û hewlên hikûmeta Iraqê û rêveberiya Kerkûkê jî weke metirsiyeke mezin a proseya erebkirinê dibîne.

Rêjîma Beis a Iraqê di dema xwe de, zeviyên cotkarên Kurd li gundê Topzawa û gundên ên Kerkûkê ji wan standin û dan Ereban. Piştî rûxandina rêjîma Beis jî, cotkarên Kurd vegeriyan ser zeviyên xwe û çandin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, careke din Erebên Hawerde hewl didin dest deynin ser zeviyên Kurdan.