Idlib.. Zêdetir ji 30 di êrîşên Rûsyayê de hatine kuştin û birîndarkirin

Cisir El-Şixûr
Cisir El-Şixûr

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên rûsî sivîlên Sûrî yên li devera “kêmkirina aloziyan” a Idlibê kirin armanc û zêdetir 30 kesî hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, di encama êrîşên asmanî yên hêzên rûsî li ser deverên cuda yên di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam û komên din ên li herêma “Pûtîn-Erdogan” de, heta niha 6 sivîl li bajarê Cisir El-Şixûrê yê li rojavayê Idlibê hatin kuştin.

Her wiha da zanîn jî, di encama êrîşên asmanî yên li ser bajarê Cisir El-Şuxurê de zêdetirî 25 kesên din birîndar bûne û tê pêşbînîkirin ku ji ber giraniyan rewşa birîndaran, hejmar kuştiyan zêde bibe

Li gorî zanyariyên SOHRê, 3 çekdar jî di encama êrişa firokeyên Rûsî li ser devera Cisir El-Şixûrê de hatin kuştin, ligel wê jî hejmarek ji çekdarên Partiya Îslamî ya Tirkistanê jî di encama êrişa rûsî de li ser navendên wan ên leşkerî li devera Cisir El-Şixûrê û derdora Idlibê hatine kuştin û birîndarkirin.

Diyar kir jî, firokeyên şer ên Rûsî, êrîşên asmanî li ser derdora gundê Bînîn li devera çiyayê El-Zawiye li gundewarê başûrî Idlibê û devera çiyayê El-Erbîn pêk anîn.

Ji aliyê xwe ve, Berevaniya Sivîl li Bakurê Rojavayê Sûriyê ragihand, di komkujiya ku îro ji aliyê Rûsyayê ve li ser Cesir El-Şixûrê hatiye kirin de, 9 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 30 kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî çalakvanan, di encama êrişên rûsî li ser bazareke bajarê Cisir El-Şixûrê de, nexweşxaneya bajêr bi birîndar û qurbaniyan tijî bûye.