Mesrûr Barzanî fermana avakirina 2 zanîngehên nû li Akrê û Germiyanê îmze kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê damezrandina ZanîngehA Akrê ya Zanistên Kirdarî û Zanîngeha Polîteknîkî ya Germiyanê îmze kir.

Bi fermana hejmara (2546) di 19ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî fermana damezrandina du zanîngehên nû li Herêma Kurdistanê û girêdana wan bi Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke saziyên din ên perwerdeyê da.

Herdu zanîngeh, Zanîngeha Akrê bo Zanistên Kirdarî û Zaningeha Polîteknîkî ya Germiyanê ne, di fermanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî erkdar kir ku pêkhateya her yek ji van zanîngehan diyar bike û hemû pêdiviyên wan bi hevahengiya zanîngehên pêwendîdar bi berçavgirtina yasa û rênimayan dabîn bikein.

Ev yek di demekê de, roja 22ê Gulana 2023an di çarçoveya serdana xwe ya bo devera Akrê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî avakirina her du zanîngehan ragihand.

Pêştir jî Wzareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kirdistanê ragihandibû, vekirina her du zanîngehên hikûmî di çarçoveya stratejiya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, bi mebesta berfirehkirina derfetên perwerdeya teknîkî û zanistên kirdarî li Herêma Kurdistanê.